Serok Barzanî bo 62mîn salvegera şoreşa Îlonê peyamek belav kir

Serok Barzanî bo 62mîn salvegera şoreşa Îlonê peyamek belav kir

Serok Barzanî bo 62mîn salvegera şoreşa Îlonê peyamek belav kir.

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Şoreşa Eylûl mezintirîn şoreşa siyasî û çekdarî û civakiya gelê Kurdistanê bû bi navê parastina nasname û berevanîkirina li mafên rewayên gelê Kurdistanê û berqerarkirina demokratiyetê li Iraqê da. Şoreşa mezina Eylûl bi rêberayetiya Barzaniyê Nemir ezmûnekî bê wêneyê xebat û têkoşînê bû ku hemû navçeyên cûda cûdayên Kurdistanê û hemû çînan û bi gişt pêkhatên olî û neteweyiyên Kurdistanê têda beşdar bûn.

Li bîranîna şêst û du saliya destpêkirina şoreşa Eylûlê da rûmet û pêzanînên min ji bo xebat û keda hemû şoreşgêr û Pêşmerge û kadîrên şoreşa Eylûlê heye ku rola wan li vê şoreşa mezin da hebû û şanaziyê ji bo gelê xwe tomar kirin.

Mesûd Barzanî
11ê Eylûla 2023