Serok Barzanî li gel wezîrê derve yê Nemsayê civiya

Serok Barzanî li gel wezîrê derve yê Nemsayê civiya

PDK-S: Îro Çarşemê 13. 09 2023, li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya wezîrê derve yê Nemsayê Alexander Schallenberg kir.

Di civînê de têkiliyên dîrokî yên di navbera Nemsa, Îraq û herêma Kurdistanê û rêyên berfiretir kirina têkiliyên han hatin nirxandin.

Di civînê de wezîrê derve yê Nemsayê Alexander Schallenberg tekez li ser pêbendiya welatê xwe bo piştîvanî kirina abûrî ya herêma Kurdistan û Îraqê û hêlbirînê kir.

Derbarê têkiliyên navbera Bexda û Hewlêrê jî Serok Barzanî tekez li ser diyalogê weke rêya herî baş ya çareser kirina kêşeyan li ser esasê hevsengî, hevparî û lihev kirinê li gor destûrê kir.