PDK-Sê pêşwaziya şandeke Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê kir
PDK-S: Roja Çarşemê 13.09.2023 li bajarê Qamişlo, Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriye PDK-Sê pêşwaziya şandeke Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê kir.
Şand bi serokatiya serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê Ebdulhekîm Mihemed, û endamên desteya rêveberiyê Ebdulsemed Mehmûd û Ezedîn Mella pêk dihat.
Şande ji aliyê Mihemed Îsmaîl Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriye, Nafih Ebdulah û Mihemed Salih Şelal endamên Komîteya Navendî ve hat pêşwazîkirin.
Her du aliyan rewşa çandî li Kurdistana Sûriyê, û astengiyên li pêş nivîskaran kirin.
Mihemed Îsmaîl, sekreterê PDK-Sê, bal kişand ser giringiya rola Yekîtiyê bi rêya nivîskar û rewşenbîran di vê qonaxa dijwar, ku herêm têre derbas dibe, di belavkirina çanda lêborîn, aştî û hezkirinê de, û tekezî li ser rola wan kir.
Hêjayî gotinê ye, ku ev serdan tê di çarçoveya bernameya serdanên , ku Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê piştî kongireya xwe dê pêk bîne.