Şandek ji rêxistina Domîz ya PDK-Sê serdana mala birayê şehîd Elî Umer Xelîl kir

Şandek ji rêxistina Domîz ya PDK-Sê serdana mala birayê şehîd Elî Umer Xelîl kir

PDK-S: Roja Pêncşemê 12.10.2023, şandeke rêxistina Domîz ya Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê, Dezgeha Şehîdên Kurdistanê - Sûriya û hejmarek ji efserên Pêşmergeyên Roj, serdana mala birayê şehîd Elî Omer Xelîl kirin, bi boneya 31mîn salvegera şehîdbûna wî.

Şanda Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya bi serokatiya endamê mekteba siyasî Hacî Kalo û hejmarek ji endamên encûmena herêmî û kadroyên partiyê pêk dihat û Kalo sersaxî ji malbata şehîd Elî Omer Xelîl re xwest.

Hacî Kalo, balkişand li ser xebata gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê û beşdariya wan di Şoreşên Eylûlê û Gulan û Serhildana Adarê de, û li ser jiyan û xebata şehîd Elî Umer Xelîl axvî.

Şehîd û xebatkarê Kurd Elî Umer di 11ê Cotmeha 1992yan di encama êrîşeke PKKê de şehîd ket, û li navçeya Sîmêlê ya bi ser bajarê Duhokê bi beşdariya cemawerî berfireh bi xakê hate sipartin.