Şandeke Partiya Demokrata Pêşverû serdana ofîsa PDK-Sê li Kobanê kir

Şandeke Partiya Demokrata Pêşverû serdana ofîsa PDK-Sê li Kobanê kir

PDK-S: Îro çarşemê 25ê Cotmeha 2023, şandeke Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê serdana ofîsa Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê li bajarê Kobanê kir.

Şand ji endamên mekteba siyasî ya Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Ehmed Silêman û Mistefa Henîfî, û endamên Komîteya Navendî Hesen Cindî, Ferhad Derwîş, Omer Yûsif û Mihemed Samo pêk dihat.

Şand ji aliyê endamên Encûmena Herêm û şaxî ya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê ve hat pêşwazîkirin.

Di serdanê de her du aliyan pêşhatên siyasî li Rojavayê Kurdistanê bi taybetî û li Sûriyê bi giştî gotûbêj kirin.