Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya pêşwaziya şandeke Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê kir

Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya pêşwaziya şandeke Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê kir

PDK-S: Îro Şemiyê 11.11.2023, Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya li bajarê Qamişlo pêşwaziya şandeke Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê kir.

Şand ji aliyê Mihemed Ismaîl Sekreterê Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya û Endamê Komîteya Navendî Nafî Ebdullah ve hat pêşwazîkirin.

Şanda Pêşverû bi serokatiya Dr. Selah Derwîş sekreterê Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê bû.

Her du aliyan rewşa siyasî û aborî ya giştî li Sûriyê û li herêmên kurdî bi taybetî gotûbêj kirin.

Herweha Her du aliyan tekezî li ser bihêzbûna peywendiya biratî ya di navbera her du aliyên bira de kirin, û tekezî li ser yekxistina hewlên her du partiyan û hemû aliyên siyasî yên Kurdistanî ji bo rûbirûbûna kêşeyên heyî yên siyasî û aborî kirin .