Partiya Welatparêzên Kurdistanê serdana Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya kir

Partiya Welatparêzên Kurdistanê serdana Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya kir

PDK-S: Şandeke pilebilind ji partiya Welatêparêzên Kurdistanê duh 15ê Mijdara 2023yan, serdana nivîsgeha Peywendiyên Niştîmanî ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya, li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir.

Şanda partiya Welatparêzên Kurdistanê, ku partiyeke Bakurê Kurdistanê ye, ji serokê wê Mistefa Ozçelîk, û her du cîgirên wî, Miemed Can Ozbay, û Wehîd Aba, her weha Baran Boskan ku endamê Desteya Cîbibîkar û serokê Desteya Ewropayê ye û Orhan Kaya nûnerê partiyê li Herêma Kurdistanê, pêk dihat.

Şanda mêvan ji aliyê her yek ji Kamîran Haco, endamê Polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya, Seîd Umer endamê Polîtbîroyê û berpirsê nivîsgeha Peywendiyên Niştîmanî ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya û Mihemed Şêrîn endamê Komîta Navendî, hate pêşwazîkirin.

Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya, pîrozbahî ji partiya Welatparêzên Kurdistanê re, pêşkêş kirin ku yekîtiya xwe ragihand, û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Her du aliyan behsa dawîn rewşa Bakur û Rojavayê Kurdistanê kirin, tekez kirin ku yekîtiya kurdan, yek ji sedemên herî girîng e ku mafên gelê kurd yên rewa li her çar perçeyên Kurdistanê, parastî bimînin.

Di dawiyê de, her du partiyan dîtin ku dive hevdîtinên weha berdewam bin û peywendî bihêztir bibin.