Yûnan zincîrek danûstandin di derbarê Sûriyê de li NY pêşniyar dike

Yûnan zincîrek danûstandin di derbarê Sûriyê de li NY pêşniyar dike

PDK-S: Werzareta derve ya Yûnanî ragehand, ku Yûnanê pêşniyara lidarxistina zincîreke giftûgoyan derbarê Sûriyê kiriye.

Wezîrê derve yê Yûnanî, Nîkos Dîndiyas ragehand, ku wî pêşniyara lidarxistina zincîreke giftûgoyan derbarê Sûriyê de di navbera balyoz û şandiyên taybet bo Sûriyê de, li Yûnanê, li şandiyê giştî yê Netewên Yekbûyî bo Sûriyê kir .

Wezîrê Yûnanê diyar kir, ku wî di peywenediyeke telefonî de li gel Gêr Pêdirson, pêşhateyên Sûriyê gengeşe kirin, û pêşinyarên xwe derbarê Sûriyê bo şandiyê Navdewletî pêşkêş kir.