Danîmark... Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya civîneke rêxistinî li dar xist

Danîmark... Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya civîneke rêxistinî li dar xist

PDK-S: Roja Yekşemê 19.11.2023, li bajarê Odense ya Danîmarkê, , leqa Danîmark ya Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya civîneke rêxistinî lidar xist.

Di civînê de endamê Komîteya Navendî û serpereştiyarê Rêxistina Danîmark ya Partiya Demuqrata Kurdistan-Sûriya Şêrgo Kinan û endamên Komîteya Navendî Ebdulbasit Hemo û Xalid Kemal Derwîş amade bûn.

Civînê behsa çend mijarên giring kirin, û bi dirêjahî li ser rewşa rêkûpêk û çawaniya dîtina mekanîzm û çareseriyên guncaw ji bo pêşxistina kar li qada Ewropî bi giştî, û qada Danîmarkê bi taybetî, axvîn.

Herwiha di civînê de bi awayekî berfereh behsa rewşa siyasî hat kirin, û civîn bi pirs û pêşniyarên amadebûyan geş bû.