endamê encûmena herêmî ya PDK-Sê Cinêd Mecîd ji aliyê çekdarên PYD ve hate serbestberdan

endamê encûmena herêmî ya PDK-Sê Cinêd Mecîd ji aliyê çekdarên PYD ve hate serbestberdan

PDK-S: Piştî 107 rojan ji girtinê, Cinêd Seyid Mecîd endamê encûmena herêmî ya PDK-S ji aliyê çekdarên PYD ve li Girkê Legê hate serbestberdan

Mecîd ji 15ê Tebaxê ve li gel Berzan Hisên rojnamevan di Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûryia de hatiye girtin, di 30yê Îlûnê de Berzan hat berdan.

Ev ne cara yekê tê de Cinêd Seyid Mecîd, tê girtin, berî niha du caran hatiye girtin û rastî eşkenceyê hatiye:
Yekem car di 12 Tebaxa 2017an, hat girtin.

Duyem car Di 5ê Adara 2019an de hat girtin û tê de rastî eşkenceya tund û hovane hat.

Ta niha çarenivîsa bi dehan siyasetmedar û çalakvanên Kurd di girtîgehên PYDê de ne diyar e, ji wan:

- Behzad Dorsin (Endamê polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-S) di 24ê Cotmeha 2012 de ji aliyê çekdarên PYDê ve hat revandin.

- Nîdal Osman (Endamê rêxistina Dêrikê ya PDK-Sê) di 24-10-2012 de ji aliyê çekdarên PYDê ve hat revandin.

- Ehmed Osman Seydo (Endamê rêxistina Efrînê ya PDK-Sê) di 10-Îlûna -2013 de ji aliyê çekdarên PYDê ve hat revandin.

- Îdrîs Elo (Endamê rêxistina Efrînê ya PDK-Sê) di 08- Mijdara-2013 de ji aliyê çekdarên PYDê ve hat revandin.

- Fûad Îbrahîm (Endamê Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê) di 24 Adara-2017 de ji aliyê çekdarên PYDê ve hat revandin.

- Emîr Hamid (Endamê Rêxistina Soz) di 11-Çileya -2014 de ji aliyê çekdarên PYDê ve hat revandin.

- Cemîl Omer (Serokê Hêzên Demoqratîk Yên Kurdî li Sûriyê) di 13-Tîrmeha-2013 de ji aliyê çekdarên PYDê ve hat revandin.

Tevî bangên berdewam ji Encûmena Niştîmanî ya Kurdî, çalakvan û rêxistinan ve bo bidawîanîna van kiryar û binpêkirian, PYDê li ser pilana xwe rijd e, û her dem û demekê endam, û alîgirên ENKSê û partiyên di nav de dike armanc û bin çav dike, ENKSê jî tekez dike ku ev kiryar berê şêniyên kurd dide koçberiyê.