Xebatkar Zekeriya Mistefa koça dawî kir

Xebatkar Zekeriya Mistefa koça dawî kir

PDK-S: Duh kesayetiya niştîmanî û civakî xebatkar Zekeriya Mistefa "Bavê Endêra", di temenê 86 salî de, li Efrîna Rojavayê Kurdistanê koça dawî kir.

Xebatkar Zekeriya Mistefa, sala 1937an li gundê Marata yê Efrînê ji dayik bûye, di destpêka salên Şêstî de tev lê refên Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya "PDK-S" bû û weke endamê kongira niştîmanî ya sala 1970yî hate hilbijartin.

Sala 1972yan, di kongira PDK-S ya yekê de, weke Endamê komîta navendî hate hilbijartin û li gel şandeke Partî serdana rêberê Kurd Nemir Mela Mistefa Barzanî kir.

Piştî girtina serkirde û Sekretêrê Partî ji aliyê Rêjîma Sûrî ya wê serdemê ve, Zekeriya Mistefa rastî astengiyan ji aliyê dezgehên ewlehî yên Rêjîmê ve hat.

Sala 1991ê, di kongira Partî ya Şeşê de, careke din weke Endamê komîta navendî hate hilbijartin.

Xebatkar Zekeriya Mistefa "Bavê Endêra" yek ji stûnên xebatê ye li Efrînê, li ser rêbaza Barzaniyê Nemir xebat di ber doza Kurdî de kir, di 4ê Berçileya 2023yan de koça dawiyê kir û li zêdê xwe li gyndê Marata bi xakê hate sipartin.