PDK-Sê slvegera 7an ya koçbarkirina xebatkar Selah Yûnis vejand

PDK-Sê slvegera 7an ya koçbarkirina xebatkar Selah Yûnis vejand

Îro Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya "PDK-Sê" slvegera 7an ya koçbarkirina xebatkar Selah Yûnis “Bavê Kovan” endamê encûmena herêmî ya Partiyê vejand.

Nafih Ebdela Endamê komîta navendî ya PDK-S di merasîmên vejandinê de tekez kir: Ku bavê Kovan ta dawîn roj di jiyanê de li ser rêbaza Barzaniyê Nemir xebat dikir, tu carî serê xwe li ber sitemkariya Rêjîma Sûrî û kiryarên rêveberiya PYDê netewand.

Di merasîmên vejandinê de, hejmarek gotar û helbest li ser şehîd hatin xwendin.

Ji aliyê xwe ve, malbat xebatkarê Şehîd spasiya beşdabûyan kir û soz da ku dê li ser rêbaza Barzaniyê Nemir berdewa bin.

Şehîd Selah Mihemed Se´îd Yûnis li gundê Til Hebeş yê Amûda Rojavayê Kurdistanê sala 1968an ji dayik bûye, di 1987an de, tev lê refên PDK-S û ta dawiya jiyana xwe di nav refên Partiyê de xebat dikir, di 14ê Hizêrana 2016an de, ji aliyê çekdarên PYD ve hat girtin û piştî 3ê mehan ji zindanîbûnê, rastî newxeşiya pençeşêrê hat û li nexweşxaneya Rizgarî ya li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê koçan dawî kir û şehîd bû.