Dêrik.. PDK-Sê semînarek bi helkefta roja cîhanî ya mafên mirovan li dar xist

Dêrik.. PDK-Sê semînarek bi helkefta roja cîhanî ya mafên mirovan li dar xist

PDK-S: Îro Yekşemê 10.12.2023, Nivîsgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê, li bajarê Dêrikê, li Kurdistana Sûriyê, bi boneya 75 saliya roja cîhanî ya mafên mirovan, semînarek saz kir, ku ji aliyê Besê Ebdê, endama Mekteba Siyasî ya PDK-Sê hate pêşkêşkirin, li ofîsa partiyê li bajarê Dêrikê, li Kurdistana Sûriyê.

Di semînarê de, Besê Ebdê ronî da ser roja cîhanî ya mafên mirovan, û Konferansa Navneteweyî ya Mafên Mirovan ku di 22ê Nîsanê ta 13ê Gulana 1968an de li Tehranê hat lidarxistin.

Endama Mekteba Siyasî ya Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya herwiha behsa daxuyaniya Viyêna û bernameya kar a 25ê Hezîrana 1993an û daxuyaniya Netewên Yekgirtî ya Hezarsalî ya Mafên Mirovan kir, ku li ser 8 xalên bingehîn hatibûn amadekirin.