4 sal li ser koçbarkirina xebatkar Ekrem mela derbas dibe

4 sal li ser koçbarkirina  xebatkar Ekrem mela derbas dibe

PDK-S: Îro Yekşemê 17.12.2023, 4 sal li ser koça dawî ya xebatkar Ekrem Mela, endamê Desteya Şêwirmendiyê û Endamê Nivîsgeha Navendî ya Ragihandina Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê derbas dibe.

kurteyek li ser jiyana wî

Ekrem Mela di sala 1956an de li gundê Tel Aylolê yê Dirbêsiyê li Kurdistana Sûriyê ji dayik bûye, dibistana seretayî, navendî û amadeyî li bajarê Dirbêsiyê xwendiye û piştre li zanîngeha Helebê, Beşê Zimanê Ingêlîzî xwend , û piştî wê çû Yekêtiya Sovyetê, û li zanîngehên wê di beşê rojnamevaniyê de xwendiye û bawernameya masterê di warê rojnamegeriyê de wergirtiye.

Di sala 1970 de tevlî refên Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya bû, û di nav refên partiyê de bilind bû ta ku di kongreya 10mîn de wek endamê Komîteya Navendî hate hilbijartin, di kongireya PDK-Sê de di sala 2014an de, bû endamê desteya rawêjkarî ya Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya.

Ekrem Mela yek ji kesayetiyên navdar di dezgeha ragihandinê ya navendî ya Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya de dihat naskirin, û di rojnameya Kurdistanê de stûnek wî hebû.

Roja Sêşemê 17.12.2019ê xebatkar Ekrem Mela endamê desteya rawêjkarî ya Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê û endamê Nivîsgeha Ragihandina Navendî li nexweşxaneyeke Şamê koça dawî.