Mihemed Îsmaîl: Ala Kurdistanê bilind e û dê bilind bimîne

Mihemed Îsmaîl: Ala Kurdistanê bilind e û dê bilind bimîne

PDK-S: Îro Yekşemê 17.12.2023 Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li bajarê Qamişlo yê R. Kurdistanê roja Ala Kurdistanê pîroz kir.

Mihemed Îsmaîl sekreterê Partiya Demuqrat Kurdistan - Sûriya di daxuyaniyeke taybet de ji malpera Ark News re, behsa dîroka ala Kurdistanê û qurbanîdana gelê kurd ji bo bilindkirina wê alayê, ji dema Komeleya Xweybûn û Komara Mehabadê heta niha kir.

Mihemed Îsmaîl amaje bi wê yekê jî kir, ku ala Kurdistanê sembola yekrêziya gelê Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê ye û her kesê şerê vê ala bike, dijminatiya Kurd û doza kurdî dike.

Îsmaîl bi vê hilkeftê pîrozbahî li gelê Kurdistanê kir û balkişande li ser wê yekê ku ala Kurdistanê bilind e û dê bilind bimîne û ew ala ye ku bi hezaran qurbanî ji bo bilind kirina wê hatiye danîn.

Di 19ê Hezîrana sala 2009an de Parlamentoya Kurdistanê bi biryara xwe ya hejmar 48 da, da ku her sal roja 17ê Berçile wek Roja Ala Kurdistanê hate hilbijartin.