Rêxistina Gewregoskê ya PDK-Sê serdana mala kurê şehîd Selah Yûnis kir

Rêxistina Gewregoskê ya PDK-Sê serdana mala kurê şehîd Selah Yûnis kir

PDK-S: Bi helkefta roja Ala Kurdistanê, îro Yekşemê 17.12.2023, şandeke Rêxistina Gewregoskê ya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê serdana mala Kovan Yûnis kurê şehîd Selah Yûnis kir.

Şanda Rêxistina Gewregoskê ya PDK-Sê, kurê şehîd Selah Yûnis bi Ala Kurdistanê û wêneyê xebtkar Selah Yûnis xelat kirin.

Salah Yûnis di 6/14/2016 de ji aliyê çekdarên PYD ve hate girtin û 3ê mehan di girtîgehê de ma bi tawana qaçaxçîtiya xortan û hevkariya wan bo Pêşmerge. Ew serbest hate berdan piştî ku li zîndanên PYD ji çavekî kor bû, û berê xwe da Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pizîşkî li nexweşxaneyên Hawlêrê Piştî ku di girtîgehên PYDê de bi nexweşiya Penceşêrê ket.

Endamê encûmena herêmî yê Partiya Demuqata Kurdistan - Sûriya PDK-S Salah Yûnis li Herêma Kurdistanê di 5ê Sibata 2016an de jiyana xwe ji dest da.