Duhok... Rêxistinên PDK-Sê beşdarî di merasîma oxirkirina nivîskar Mûsa Zaxûranî de kir

Duhok... Rêxistinên PDK-Sê beşdarî di merasîma oxirkirina nivîskar Mûsa Zaxûranî de kir

PDK-S: Îro Sêşemê 19.12.2023, rêxistinên Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê li parêzgeha Duhokê beşdarî di merasîma oxirkirina nivîskar û helbestvan Mûsa Zaxûranî de kir.

Di merasîma oxirkirinê de Endamê Mekteba Siyasî ya PDK-Sê Hacî Kalo, Endamên Komîteya Navendî Mihemed Elî Ibrahîm, Hiyam Ebdulrehman û Hoşeng Semgemûr, û serkirdeyê berê yê PDK-Sê Ebdulkerîm Mîranî beşdarbûn.

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê Hacî Kalo sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî malbata nivîskar Mûsa Zaxûranî kir.

Kurê wî Çiya Mûsa spasiya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, nivîskar, helbestvan, rewşenbîr û Kurdistaniyan kir, û soz da ku ewê li ser rêya pîroz a ku bav û bapîrên wî girtine, bimîn e.


Mûsa Zaxûranî di sala 1955an de li gundê El-Letîfiyê yê bajarê Qamişlo ji dayîk bûye û ji malbateke welatparêz û bawermend bi rêbaza nemir Barzanî bû, îro 19.12.2023 li yek ji nexweşxaneyên Hewlerê koça dawî kir, û termê wî yê pak di deriyê sînorê Pêşxabûrê re hat veguhestin û li cihê jidayikbûna wî li goristana Mehmeqeye ya bajarê Qamişlo, li Kurdistana Sûriyê, bi xak hat spartin.