YÛNÎSÊF: Li Bakûrê Sûriyê 20 zarok hatin kuştin

YÛNÎSÊF: Li Bakûrê Sûriyê 20 zarok hatin kuştin

PDK-S: Rêxistna YÛNÎSÊF ya bi ser Netewên Yekgirtî ve ragehand di encama berdewamiya êrîş û tûndutujiya li bakurê Sûriyê hejmarek zarok hatin kuştin .

Hinrîta Fûr rêvebira cîbicîkar ya rêxistina YÛNÎSÊF ragehand, ku ji 20 Nîsana bûrî û ta niha herî kêm 20 zarok li gundewarê Hema û Idilbê li bakurê Sûriyê di çarçoveya gurkirina tûndutujiyê li devera bê çek jiyana xwe ji dest dane li gel derbederbûna bêhtirî ji 30 hezar kesî ku neçarbûn malên xwe biceh bihêlên û berev deverên aram ve biçin.

Fûr eşkerkir , ku di encama wan êrîşan de hejmarek navendên xizmetkguzaryê û avahiyên pizîşkî û dibistan hatin armancikirin .