15 sal li ser koçbarkirina xebatkar Mihemed Nezîr Mistefa re derbas dibe

15 sal li ser koçbarkirina xebatkar Mihemed Nezîr Mistefa re derbas dibe

PDK-S: Roja Înê 22.12.2023 15mîn salvegera koça dawî ya xebatkar Mihemed Nezîr Mistefa, Sekreterê Giştî yê berê yê Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya PDK-S ê re derbas dibe.

Xebatkar Mihemed Nezîr Mistefa di sala 1939an de li bajarê Dêrikê li Kurdistana Sûriyê ji dayîk bûye.

Di Sibata 1958an de tevlî refên partiyê bibû, û di refên partiyê de pileyên bilind wergirt, di yekemîn kongira partiyê de bû endamê Komîteya Navendî û paşê bû endamê mekteba siyasî .

Di Tebaxa 1973an de bi hejmarek serkirdayetiya partiyê re ji ber helwesta wan ya redkirina pêkanîna Kembera Erebî li parêzgeha Hesekê hat girtin û heta sala 1981ê di girtîgehê de ma .

Piştî koça dawî ya sekreterê giştî yê partiyê şehîd Kemal Ehmed, li ser xwesteka hevalên di serkirdayetiya partiyê de vegere nav refên partiyê , û di kongireya 8mîn ya partiyê de hate hilbijartin, wek endamê Komîteya Navendî û paşê Sekreterê Komîteya Navendî, Di kongreya 9an de wek Sekreterê Giştî yê Partiyê hat hilbijartin û paşê di kongireya 10mîn de dîsa wek sekreterê giştî hat hilbijartin .

Xebatkar Mihemed Nezîr Mistefa yekem xwendekarê Kurd bû, ku ji kolêja Yasayê derçû, yekem parêzerê Kurd li parêzgeha Hesekê bû.

Di dawiya sala 2006an de tûşî nexweşiya penceşêrê bû , û li ser daxwaza Serok Mesûd Barzanî hat veguhestin bo Parîsê paytexta Fransa, û piştî vegera wî ji Fransa rewşa wî hat şopandin Ji aliyê birêz Siwan Barzanî ve, ku ji nêzîk ve rewşa wî dişopand.

Roja Duşemê 22.12.2008an de koça dawî kir.