PDK-Sê salvegera koçbarkirina xebatkar Mihemed Nezîr Mustefa vejand

PDK-Sê salvegera koçbarkirina xebatkar Mihemed Nezîr Mustefa vejand

PDK-S: Îro Înê (22.12.2023) Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê 15mîn salvegera koça dawî ya xebatkar Mihemed Nezîr Mustefa sekreterê pêştir yê Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya li ser gora wî li bajarê Qamişlo, vejand.

Rêûresma bîranînê bi amadebûna Mihemed Ismaîl Sekreterê Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya, Besê Ebdê endama mekteba siyasî ya partiyê, Salih Cemîl, Hesen Remzî û Nafih Ebdule endamên komîta navendî ya partiyê hate lidarxistin.

Di dawiya sala 2006an de tûşî nexweşiya penceşêrê bû , û li ser daxwaza Serok Mesûd Barzanî hat veguhestin bo Parîsê paytexta Fransa, û piştî vegera wî ji Fransa rewşa wî hat şopandin Ji aliyê birêz Siwan Barzanî ve, ku ji nêzîk ve rewşa wî dişopand.

Roja Duşemê 22.12.2008an de koça dawî kir.kir.