Hewlêr.. Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya di civîna xwe ya mehane de çend mijarên girîng gotûbêj kir

Hewlêr.. Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya di civîna xwe ya mehane de çend mijarên girîng gotûbêj kir

PDK-S: Serkirdayetiya Ofîsa Herêma Kurdistanê ya Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê, di civîna xwe ya mehane de, ku li bajarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê tê lidarxistin, çend mijarên girîng gotûbêj kirin.

Îro Yekşemê 1/7/2024, Serkirdayetiya Ofîsa Herêma Kurdistanê ya Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bi serokatiya endamê mekteba siyasî û berpirsê giştî yê rêxistina Herêma Kurdistanê PDK-Sê DR. Ebdulhekîm Beşar civîna xwe ya mehane lidarxist.

Derbarê naveroka civînê de, endama Komîteya Navendî ya Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya Hiyam Ebdulrehman di daxuyaniyeke taybet de ragihand, ku rewşa rêxistinî ya rêxistinên Herêma Kurdistanê ya Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya di hevdîtinê de gotûbêj kirin.

Hiyam Ebdulrehman amaje bi wê yekê jî kir, ku rewşa penaberên ku li Herêma Kurdistanê dijîn û rêyên ku ji bo pêşkêşkirina baştirîn xizmetguzarî ji bo penaberên kurd, hat gotûbêjkirin.

Hiyam Ebdulrehman amaje bi wê yekê jî kir, ku di civînê de, pêşhatên dawî yên li ser meydana Sûriyê û kurdî li Kurdistana Sûriyê hatin gotûbêjkirin, bi taybetî hewlên Gêr Pedersen ji bo aktîvkirina hewlên piştevaniyê ji bo pêşvebirina proseya siyasî ya Sûriyê.