Şandek ji Encûmena Milî ya Suryaniyan li Dêrikê serdana ofîsa Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya kir
PDK-S: Îro Çarşemê 10.01.2024, şandeke Encûmena Milî ya Sûryaniyan li bajarê Dêrikê serdana ofîsa Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya li bajarê Dêrikê kir.
Şand bi serokatiya Xesan Selîba Serokê Encûmena Milî, Cemîl Ebdil-Ehad, Efram Gebro pêk dihat.
Şand ji aliyê parêzer Besê Ebdê endama Mekteba Siyasî ya Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya, û Hisên Silêman endamê Komîteya Navendî yê partiyê ve hat pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de behsa bihêzkirina peywendiyên biratiyê û bihêzkirina peywendiyên dîrokî di navbera pêkhateyên herêmê bi taybetî Kurd û Suryaniyên li herêmê hate kirin.