ENKSê derbarê revandina Ekrem Hisên daxuyaniyek belav kir

ENKSê derbarê revandina Ekrem Hisên daxuyaniyek belav kir

PDK-S: Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê daxuyaniyek derbarê revandina endamê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê Ekrem Hisên belav kir.

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî di daxuyaniyekê de ragihand: “Sibeha roja Çarşemê 24ê Çileya 2024an, komek çekdar a girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê endezyar Ekrem Hisên serokê desteya kargêrî ya Şepêla Pêşerojê , endamê Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê revand, û ew ber bi cehekê nediyar ve birin.

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî di daxuyaniyekê de got jî: "Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê revandina endezyar Ekrem Hisên, û hemû kiryarên tirsandinê li dijî welatiyan şermezar dike, û daxwaza berdana wî ya bilez û rawestandina van kiryarên kir.