Hewlêr.. Şandek ji PDK-Sê û malbatên şehîdan û xelkên Efrînê spasiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir

Hewlêr.. Şandek ji PDK-Sê û malbatên şehîdan û xelkên Efrînê spasiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir

PDK-S: Şandek ji Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê û malbatên şehîdan û xelkên Efrînê seredana baregeha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê kir.

Şand ji aliyê Rewac Hacî endamê Desteya karûbarîû berpirsê doseya Efrînê di Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî hate pêşwazîkirin.

Ev seredan bi armanca pêşkêşkirina spasiyê ji Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî re li ser karê wê yê berdewam di hewarçûn û alîkariya herdu bajarên Efrîn û Cendêrsê li Rojavayê Kurdistanê hat.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî yekem rêxistinên mirovî bû ku bi hewara xelkên herdu bajarên Efrîn û Cindêrsê û gunewarên wê ve çû û alîkarî li ser ziyandîtên erdheja 6ê Sibata 2023an ve pêşkêş kir.