PDK-Sê 12mîn salvegera şehîdbûna Nesredîn Birhik vejand

PDK-Sê 12mîn salvegera şehîdbûna Nesredîn Birhik vejand

PDK-S: Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê 12 mîn salvegera şehîdbûna Nesredîn Birhik li ser gora wî li gundê Kevrê Dena li devera Aliyan li Kurdistana Sûriyê vejand.

Bi amadebûna serkirdayetiya Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya, serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê roja Pêncşemê (22.2.2024) 12mîn salvegera şehîdbûna Nesredîn Birhik li ser gora wî li gundê Kevrê Dena hat vejandin.

Mihemed Ismaîl sekreterê Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya gotinek pêşkêş kir û di berdewamiya gotina xwe de behsa serkirdayetî û kesayetiya şehîd Nesredîn Birhik kir, û tekez li ser wê yekê kir ku şehîd roleke wî ya berçav hebû di hemû astan de .

Ji aliyê xwe ve serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê Nemat Daûd gotarek bi nave Encûmena Niştimanî ya Kurdî pêşkêş kir, û tê de tekez kir, ku şehîd Nesredîn Birhik kesayetiyeke wî ya taybet hebû, serkirdeyekî siyasî û civakî bû, ew yek ji wan kesan bû ku di avakirina Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê de beşdar bû .

Ji aliyê xwe ve Mihemed Şerîf Birhik gotara malbata şehîd pêşkêş kir û tê de spasiya amadebûyan kir, û tekezî li ser pabendbûna malbatê bi rêbaza Barzanî nemir kir.

Roja Pêncşemê 22.02.2024, 12mîn salroja şehîdbûna serkirde Nesredîn Birhik bû, ku rastî êrîşekê ji aliyê çekdarên PYDê ve hat.