Rûsiyê û Tirkiyê tekeziyê li ser giringiya bicihkirina rêkeftina Astana kirin

Rûsiyê û Tirkiyê tekeziyê li ser giringiya bicihkirina rêkeftina Astana kirin

PDK-S: Wezîrê derve yê Rûsiyê Sêrgî Lavrof û hevşanê xwe yê Tirkiyê Mewlûd Çawîş Oglo tekezî li ser giringiya bicihkirina lihevkirinê li Idlibê li Sûriyê piştî bilindkirina astê şer li wê deverê .

Roja Çarşemê 08.05.2019, di hevpeyvîneke telefonî de û bi despêşxeriyekê ji aliyê Tirkiyê gengeşa pêşhateyên dawî li Sûriyê kirin .

Herdu wezîran tekezî li ser giringiya hevrêziyê di navbera herdu welatan de kirin bi ermanca bichkirina yadeşta taybet bi seqamgiriya rewşê li devera Idlibê .

Herdu aliyan herweha tekezî li ser kar li gor pilatforma Astana kirin di çarçoveya biryara 2254 ya Netewên Yekgirtî .