Amûde … Welatiyek di dema agir vedimrand şewitî û jiyana xwe ji dest da

Amûde … Welatiyek di dema agir vedimrand şewitî û jiyana xwe ji dest da

PDK-S: Di dema hewl dida agirê ku bi zeviyên çandinyê ketiye vemrîne agir welatîyekî Amûda Rojavayê Kurdistanê şewtî û ji ber birînên xwe jiyana xwe ji dest da .

Jêdereke taybet ji Rojavayê Kurdistanê ji dezgeha ARKê re ragehand, ku welatiyê bi navê Umer Zabit dema hewl dida agirê ku bi zeviyê gundê Hiso vemrîne agir gihişt wî û bi giranî birîndar bû.

Jêderê tekez kir , ku Umer Zabt ji bo nexweşxaniyên Hesekê hate veguhestin lê ji ber birînên xwe jiyana xwe ji dest da.

Di vê dema dawiyê de agir bi 10 hezar hiktaran ji dar û zeviyên çandinyê li Cizîr , Kobanê û Efrîna Rojavayê Kurdistanê û hin herêmên Sûriyê ket û cotkar rastî ziyanên mezin hatin .