Serok Barzanî cejna Remezanê li malbatên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman pîroz dike

Serok Barzanî cejna Remezanê li malbatên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman pîroz dike

PDK-S: Serok Mesûd Barzanî bi helkefta Cejna Remezanê di peyamekê de pîrozbahî li Misilmanên Kurdistan, Iraq û hemû cîhanê kir.
Serok Barzanî got: "Bi helkefta Cejna Remezana pîroz germtirîn pîrozbahî li Misilmanên cîhanê bi giştî û Kurdistan û Iraqê bi taybetî dikim."

Serok Barzanî dibêje: "Pîrozbahiyeke germ li malbatên serbilind ên şehîd û Pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê û herwiha hemû karmendên ewlekariyê yên Kurdistanê dikim."

Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje: "Daxwazê ji Xwedayê mezin dikim ku rojî û îbadeta meha pîroz a Remezanê ji hemû Misilmanan wergirtibe û ev cejin bibe sedema bidawîbûna nexweşî û kavilkarî û vegera aramiyê bo hemû mirovayetiyê."