Seîd Umer: Em bi Hikûmeta Kurdistanê re hemaheng in da ku terman vegerînin

Seîd Umer: Em bi Hikûmeta Kurdistanê re hemaheng in da ku terman vegerînin

PDK-S: Seîd Umer berpirsê Nivîsgeha Peywendiyên Niştîmanî ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriyê duh 8ê Cotmehê 2022yan ragihand ku ew ê hemahengiyê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bikin, da ku termên koçberên kurd li welatên Cezayîrê vegerînin.

Seîd Umer berpirsê Nivîsgeha Peywendiyên Niştîmanî ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriyê got: Bi binavbûna ciwanên me yên bajarê Kobanê li Cezayîrê, xembar in, li gel malbat û kesûkarên wan em piştevan in. Herweha da zanîn jî: Em keda xwe dikin ji bo hemahengiyê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re; da ku termên qurbaniyan vegerînin zêdên wan.

Di 5ê vê mehê de du belemên koçberan bin av bûm tê de 18 ciwanên Kobanê jiyana xwe ji dest da, ta niha jî çarenivîsa hejmarek kesên din ne diyar e.