Lavrov û Gotîrês rewşa Sûriyê gengeşe kirin

Lavrov û Gotîrês rewşa Sûriyê gengeşe kirin

PDK-S: Wezîrê derve yê Rûsiyê Sêrgî Lavrov û emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî Entonyo Gotîrês hevdîtinek lidarxistin û nerîn li hev guhertin derbarî hin mijaran ji wan jî rewş li Sûriyê.

Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê wezareta derve ya Rûsiyê derket hat gotin, ku di wê hevdîtinê de pirsên Navdewletî yên giring hatine gengeşekirin ji wan jî rewşa Sûriyê û herdu aliyan tekez kirin li ser nebûna awayekî çareseriyê ji bilî awayê siyasî û dîplomasî ji bo çareserkirina wan pirsan .

Herweha herdu aliyan di daxuyaniyekê de serbarkirin, ku herdu aliyan tekezî li ser pabendî bi bicihkirina pirensîpên ferehaliyê û wi sepandina yasaya Navdewletî di pêwendiyên Navdeweletî de .