Desteya Serokatiya ENKSê civînek bi nûnerên encûmenên xwecihî yên li Ewropayê lidar xist

Desteya Serokatiya ENKSê civînek bi nûnerên encûmenên xwecihî yên li Ewropayê lidar xist

PDK-S: Desteya serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê, civînek li gel encûmenên xwecehî yên nûnerên Ewropayê lidarxist.

Her yek ji endamê desteya serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê Fêsel Yûsif û Ebdulkerîm Hacî serokê nûneratiyê û hejmarek ji endaman civînek di rêya entirnêtê re li gel endamên encûmenên xwecehî yên Siwêd, Siwêsra, Belcîka û başûrê Elmanyayê yên nûnerên Ewropayê yê ENKSê encamdan.

Di civînê de behsa pêşhateyên siyasî li ser asta Sûriyê bi giştî û yê Rojavayê Kurdistanê bi taybetî hate kirin.

Herweha behsa sedemên rawestandina danûstandinên kurdî kurdî jî hate kirin.