Herîrî radestkirina penaberên Sûrî ji aliyê welatê Lubnanê ve bo Rêjma Esed şermezar kir

Herîrî radestkirina penaberên Sûrî  ji aliyê welatê Lubnanê ve bo Rêjma Esed şermezar kir

PDK-S: Serokê desteya bilind ya danûstandkara Sûriyê radestkirina hikûmeta Libnanê ji hejmarek penaberên sûrî û leşkerên cûdabûyî bo rêjîma Esed bi tundî şermezar kir, û ev yek bi reftareke ne rewişt bi nav kir .

Li ser rûpela xwe ya tora civakî tuyterê Nesir Elherîrî serokê desteya bilind ya danûstandkara Sûriyê got dema, ku hikûmeta Libnanê nêzîkî 30 penaberên sûrî ku di nav wande 5 jin û 3ê leşkerên cûdabûyî jî hebûn radestî rêjîma Sûriyê dike ev yek cihê şermezarî û metirsiyê ye û bi reftareke ne rewşitî bi nav kir .

Herîrî herweha got jî ku nabe hikûmeta Libnanê bi behaneyên yasayî bi vî karê ne mirovahî rabe û penaberên sûrî yên li cem xwe radestî rêjîma Sûriyê bike .