Serokê Herêma Kurdistanê Cejna Çilê Havînê li Êzdiyan pîroz dike

Serokê Herêma Kurdistanê Cejna Çilê Havînê li Êzdiyan pîroz dike

PDK-S: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de Cejna Çilê Havînê li Kurdên Êzdî pîroz dike û dibêje: “Hêvîdar im cejn û bîrhatinên bên di rewşeka baştir de hemû xwuşk û birayên me yên Êzdî vegeriyabin war û cihên xwe yên avakirî û herwiha wenda û revandî jî azad bibin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê Cejna Çilê Havînê ya Êzdiyan pîroz kir û got: “Bi germî li rêzdaran Mîrê Êzdiyan û Civata Rûhanî û hemû xwuşk û birayên Êzdî yên Kurdistanê û cîhanê pîroz dikim. Hêvîdarim ev cejn bi xêr û şadî ji bo hemû Êzdiyan û Kurdistanê bi giştî vegerê.”

Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a peyama xwe de dibêje ew bi rêz û rûmet qurbaniyên karesatên hatine serê Kurdan Êzdî bibîr tînin.

Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de got: “Hêvîdar im cejn û bîrhatinên bên di rewşeke baştir de bin û hemû xwuşk û birayên me yên Êzdî vegeriyabin li war û cihên xwe yên avakirî û herwiha wenda û revandî jî azad bibin. Careka din cejna Çilê Havînê li hemû xwuşk birayên Êzdî pîroz be, her sal bi xêr û xweşî be.”