YXCDK-R dibêje deriyê tomarkirinê li zanîngeha Boxom ya Elmanî hatiye vekirin

YXCDK-R dibêje deriyê tomarkirinê li zanîngeha Boxom ya Elmanî hatiye vekirin

PDK-S: Xwecehiya Elmaniya di nûneratiya Ewropayê ya Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî - Rojava YXCDK-R roja Yekşemê 04.07.2019, bangek arastî xwendekaran kir, û got ku dergehê tomarkirinê ji kesên dixwazin xwendina xwe berdewam bikin li zanîngeheke Elmaniya hatiye vekirin.

Xwecehiya Elmaniya ya Yekîtiyê li ser rûpela xwe ya fermî li facebook belav kiriye , ku xwendekarên dixwazin xwendina xwe berdewam bikin dikarin xwe li zanîngeha Boxom ya Elmaniya tomar bikin.

Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî - Rojava herweha da zanîn, ku tomarkirin û pêşkêşkirina belgeyan ta 31ê heyva Tebaxa îsal berdewam dike û her pirsek Yekîtî dikare bersivê bide .