Emerîka siyaseta xwe derbarê hebûna îranê di Sûriyê de red kir
PDK-S: Wezareta derve ya Emerîka red kir, ku ew siyaseta xwe derbarê derxistina hêzên Îranî ji Sûriyê biguhere, û ewê di vê siyaseta xwe de berdewambin da ku hêzên Îranî bitemamî ji Sûriyê werne derkirin .
Cêmis Cêfrî şandiyê taybetê Emerîka ji bo Sûriyê ragehand, ku welatê Emerîka qet siyaseta xwe derbarê derkirina hêzên Îranî ji Sûriyê naguhere û ewê di vê siyasetê de berdewambin heta ku tevaya hêz û çekdarên Îranî ji Sûriyê werin derkirin.
Cêfrî serbar kir û got jî, ku ewê di siyaseta fişara diblomasî de li ser rêjîma Esed û Îranê berdewambin heta ku ev armanc cîbicî bibe , û tu hebûna Îranî di Sûriyê nemîne .