Nûneratiya ENKSê li Ewropa li gel desteya serokatiyê civînek lidaxsit

Nûneratiya ENKSê li Ewropa li gel desteya serokatiyê civînek lidaxsit


PDK-S: Bi amadebûna desteya serokatiyê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê û komîteya peywendiyên derve ya Encûmenê, nûneratiya Ewropa ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê civînek lidaxsit.

Di civînê de serokê nûneratiya Ewropa ya encûmenê Ebdulkerîm Hacî jî amadebû, ku tê de rewşa rêxistnî ya nûneratiyê û çawaniya pêşxistina karê siyasî û ektîvkirina karê nûneratiyê hat gengeşekirin, herweha tekezî li ser giringiya bihtirkirina çalakî û hevdîtinên ku helwesta kurdî bi hêz dike, û dibe alîkar ji bo ektîvkirina tevgera kurdî li Ewropayê bi rêya bihtirkirina peywendiyê bi revenda kurdî re kir.

Her di civînê de behsa rola encûmenê weke hilgirê projeya Neteweyî, û çalakiyên ku di vê dema dawiyê de li qada Ewropayê encamdabûn, bi taybet hevdîtinên bi wezaretên derve yên Yekîtiya Ewropayê , Rûsiya û Emerîkayê ji bo zelalkirin û çespandina mafê gelê kurd li Sûriyê û çareserkirina doza Kurdî weke beşekî bingehîn ji bo her çaerseriyekê di Sûryaya pêşeroj de, hat kirin.

Derbarê destpêşxeriyên Emerîkî û Ferensî ji bo yekkirina helwesta Kurdî û gihandin bo xaleke lihevkirinê navbera aliyên nakokdar de, desteya serokatiyê tekezî li ser helwesta Encûmenê ya ku piştevanî û palpiştiya her destpêşxeriyekê ji bo peydakirina dîtineke kurdî hevbeş, û bicîkirina armancên gelê kurd û pirojeya wî ya Neteweyî di çarçoveya dewleta Sûrî ya Dîmoqratî ferehalî û fidralî de dike, kir.