Rosiya: Divê doza Kurdî li Sûriyê di çarçoveya aramiya herîmî de were çareserkirin

Rosiya: Divê doza Kurdî li Sûriyê di çarçoveya aramiya herîmî de were çareserkirin

PDK-S: Wezîrê Derve yê Rosiyê Sêrgî Lavrov got ku divê Pirsa Kurdî li Sûriyê di çarçoveya aramî û serweriya herêmî ya Komara 'Erebî ya Sûriyê de were çareserkirin.

Lavrov duh roja Înê di kongirekî rojnamevanî de piştî gotara xwe li pêş Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekgirtî got divê Doza Kurdî li Sûriyê di çarçoveya aramiya herêmî û serwerya Komara 'Erebî ya Sûriyê de were çareserkirin û got jî ku binerîna wî ew yek dikare bibe cihê danûstandinê lê belê bi beşdariya serkirdayetiya Rêjîma Sûriyê.