YJK-S civîna xwe li Qamişlo li dar xist
PDK-S: Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê roja Çarşemê 02. 10. 2019, Yekîtiya jinên Kurdistan Sûriya civîna xwe ya normal li nivîsgeha xwe lidarxist .
Civîna ku berpirsa Yekîtiyê Nadiya Doko û endamên nivîsgehê têde amede bûne, bi xuleke bê deng li ser canê pakrewanan dest pê kir .
Piştre rewşa rêxistinî ya nivîsgehê hate gengeşekirin herweha karê meha Eylûna bûrî hate nirxandin, û xişteya karê meha cotmehê hate dayîn .
Li gor nivîsgeha Yekîtiya jinên Kurdistan Sûriya ragehandiye xişteya kar û çalakiyên meha cotmehê wê li darxistan semînarên bihêzkirina çand û rewşenbîriyê di warê destûrî û nexweşiya şêrpenca memkan de bin .