NY pêşwaziya her hewlekê ji bo peydakirina aramiyê li K.Sûriyê dike

NY pêşwaziya her hewlekê ji bo peydakirina aramiyê li K.Sûriyê dike

PDK-S: Nivîsgeha emîndarê giştî yê Netwên Yekgirtî Entonyo Gotîrês raghand, ku Netewên yekgirtî pêşwaziyê li rêkeftina Rûsya û Tirkiyê derbarê çareserkirina rewşa sûriyê dike.

Ferhan Heq cîgirê berdevkê bi navê emîndarê giştî yê Netewên yekgirtî di daxuyaniyeke rojnamevanî de roja Çarşemê 23. 10. 2019, got Gotîrês pêşwaziya hemî hewlên kêmkirina asta şer û parastina sivîlan li bakurê Sûriyê dike.

Her weha Heq amaje bi rewşa penaberan kir, û got ku vegera penaberan bo mal û milkên wan li Sûriyê divê bi awayekî aram û ne bizorê be û got jî Gotîrês danpêdanê dike , ku hîn rê berev çareseriya kirîza Sûriyê ve dirêje.