Dêrik... ENKSê civîna xwe ya mehane li dar xist
PDK-S: Roja Çarîemê 30 . 03. 2022, Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê li Dêrkê civiya û hejmarek babet û mijar gotûbêjkirin.
Xwecehiya Dêrkê ya ENKSê civîna xwe ya mehane lidarxist, di civînê de hejmarek doz û mijarên rêxistinî û siyasî hatin gengeşekirin .
Herweha çalakiyên meha Adarê ji aliyê xwecehiyên ENKSê ve li Rojavayê Kurdistanê hatin nirxandin.