Şeva borî 344 penaberên Rojavayê Kurdistanê gehiştin Herêma Kurdistanê

Şeva borî 344 penaberên Rojavayê Kurdistanê gehiştin Herêma Kurdistanê

PDK-S: Hejmara penaberên Rojavayê Kurdistanê, ku ji 09.10.2019, ango ji dema destpêkirina opearsyona Tirkî ta weke îro gehiştine Herêma Kurdistanê nêzîkî 12 hezar kesî dibe.

Li gorî amarên dezgeha xêrixwazî ya barzanî ji nehê mehê ta îro yazde hezar û pênsed û not û yek penaberên rojavayê kurdistanê gehiştne herêma kurdistanê angu duhezar û sêsed û hijde malbat û hejmare berev zêdebûnê ve dçe.

Li gorî zaniyaryên ARKê, ku ta niha ew penaber li kampa Berdereş têne bicî kirin, û biryare komên bê yên penaberan li herdû kampên Giwêlan û Germawa yên gundewarê parêzgeha Duhokê wern bicîkirin.

Ji bilî vê hejmara vê dawiyê gehiştine Herêma Kurdistanê, 228 hezar penaberên Sûriyê li Herêma Kurdistanê dimînin û li ser 9 kampan hatine dabeşkirin, piraniya wan li derveyê kampan dimînin.