Şandek ji PDK-S serdana gora Deham Mîro kir

Şandek ji PDK-S serdana gora Deham Mîro kir

PDK-S: Bi boneya salvegera 9an ya kocbarkirina sekreterê berê yê Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-S Dehamê Mîro roja 03.11.2019, şandek ji PDK-Sê seredana gora Dehamê Mîro li gundê Mozelanê li gundewarê bajarê Dêrkê kir.

Şanda PDK-Sê ji heriyek ji Hisên Silêman, Ebdulrehman Qasim endamên komîta navndî ya PDK-Sê , Selah Eyûb, Fetah Îsa û Bilind Mela endamên komîta Herêmî pêk dihat , û li gel endamên malbata Mîro seredana gora wî kirin.

Di 02.11. 2010an de, sekretêrê berê yê Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya Dehamê Mîro di temnê 90 salî de koça xwe ya dawî kir.