YÛNÎSÊF: Bihtirî 100 hezar derbiderî vegeriyane malên xwe li B.Rojavayê Sûriyê

YÛNÎSÊF: Bihtirî 100 hezar derbiderî vegeriyane malên xwe li B.Rojavayê Sûriyê

PDK-S: YÛNÎSÊF ragehand, ku bihtirî 100 hezar derbiderên Sûriyê ku ji encama operasyona Tirkiyê ya 9 meha borî ji malên xwe li bakurê rojhilatê Sûriyê derbderbûbûn vegeriyane malên xwe.

Di raportekê de derbarê rewşa mirovî li Sûriyê YÛNÎSÊF got, li bakurê rojhilatê Sûriyê hîn 108.514 kes derbiderin ku di beramber de 106.605 derbider vegeriyane malên xwe.

Li gorî raporta YÛNÎSÊF , ku 16793 derbider li 78 penagehî li Hesekê û yek penagehê li Reqayê dimînin.