Serok Barzanî: Ji xwedayê mezin dixwazim êdî zulim li ser gelê Kurdistanê nemîne

Serok Barzanî: Ji xwedayê mezin dixwazim êdî zulim li ser gelê Kurdistanê nemîne

PDK-S: Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û serokatiya parlmantoya Kurdistanê bi boneya roja jidayîkbûna pêxemberê îslamê peyamên pîrozbahiyê belav kirin.

Serok Barzanî di peyama xwe ya pîrozbahiyê de got, “Bi boneya bibîranîna jidayikbûna pêxemberê me yê mezin Mihemed Mistefa (Silavên Xwedê li ser bin) pîrozbahiyê li misilmanên cîhan, Iraq û misilmanên Kurdistanê bi taybetî dikim.”

Serok Barzanî di peyama xwe de hêviya wê yekê xwest ku, “Ev boneya pîroz bibe sedemeke din a bihêzbûna peyama aştî, birayetî û pêkvejiyan, lêborînê.”

Herwiha Serok Barzanî got, “Ji Xwedayê mezin dixwazin ev helkefta pîroz ji bo gelê Kurdistan û navçeyê bi giştî bibe cihê xweşî, xêr, bereket û dawiya zulm, tundî, çewisandin û bişaftina miletan.”