Şahê Urdinê tekeziyê li ser çareserkirina kirîza Sûriyê kir

Şahê Urdinê tekeziyê li ser çareserkirina kirîza Sûriyê kir

PDK-S: Şahê Urdinê tekezî li ser bilezkirina çareserkirina kirîza Sûriyê kir , ewjî daku penaberên Sûriyê di zûtirîn dem de vegerne ser zêdên xwe .

Ajansa Petra ya Urdinî ragehand, ku Şah Ebdule roja Duşemê 18. 11 . 2019, di çarçoveya hevdîtnekê de li gel Castîn Trodo serokwezîrên welatê Keneda got, ku çareseriya siyasî baştirîn çareseriye bo çareserkirina kirîza Sûriyê .

Herweha Şah Ebdule got , ku pêwîste çareseriya siyasî yekparçeyî û serweriya Sûriyê biparêze , û ewlehî bo vegera penaberan bo ser zêdên xwe dabîn bike .