Al-Herîrî bi Tevaya Endamên Komîta Derstûrî re civiya

Al-Herîrî bi Tevaya Endamên Komîta Derstûrî re civiya

PDK-S: Serokê Desteya Danûstandinan ya Sûrî, Dr. Nesir Alherîrî, hevdîtin bi hevserokê komîteyê Hadî Albehra û şanda danûstandinan ya Cinêvê re pêk anî, û behsa dawîtirîn pêşketinên desteya piçûk kirin, her weha astengkirina şanda rijêmê ji karê desteyê re.

Û Dr. Herîrî li şiroveyek berfireh derbarê herpênc pêşinyarên Albehra ji ji şandiyê Navdewletî Gir Pederson re pêşkêş kirin guhdarî kir, ji bo gihiştina lihevkirinekê li ser xişteya karê vê rolê, lê redkirina şanda rijêmê û sûrbûna wê li ser gotûbêjkirina “ stûnên niştimanî” wek wê binav kiriye, an jî derbasbûna hola civînan bê pirogramekî kar, nehişt kar biçe serî.

Û birêz Albehra tekez kir ku şanda desteya danûstandinan a sûrî, dê bi şandyarê navdewletî re ta demjimêra dawî kar bike, û hemî karînên xwe bikar tînin ji bo destpêkirina karê vê komîteyê.