Ewropa 2.7 milyar Uro bo piştevaniya Sûriyan li Turkiyê terxan kir

Ewropa 2.7 milyar Uro  bo piştevaniya Sûriyan li Turkiyê terxan kir

PDK-S: Komisyona Ewropyê ragehand, ku ta neha 2.7 melyon Yoro alîkarî ji bo penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê dimînin hatiye pêşkêşkirin.

Di daxuyaniyekî de roja Sêşemê komisyona Ewropyê derbarî pirograma şandina alîkariyên darayî ji bo penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê dimînin, ku soz dabû Tirkiyê, ku 6 milyar Yoro terxan bike weku alîkariyekî û li gorî komisyonê, ku ta neha tenê 2.7 milyar ji aliyê wlatên Yekîtiya Ewropayê ve ji bo penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê dimînin hatiye şandin .

Li gorî daxuyaniyê de hatî blavkirin, ku tê pêş bînî kirin ta dawiya vê salê de ew alîkarî bigehe 3ê milyar Yoro.

Di lotkeyên Tirkî Ewropî de, di navbera herdu salên 2015- 2016 Yekîtiya Ewropayê biryar dabû, ku 6 milyar Yoro ji bo penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê dimînin pêşkiş bike, û ta neha 2.7 Milyar Yoro pêşkêş kiriye.