2 Kurd bûne endamên perlemanê Brîtaniya
PDK-S: Du kurd di hilbijartinên perlemanê Brîtaniya serketin , û bûne endamên perlemanê Berîtaniya .
Nedîm Zehawî, ku bixwe xelkê bajarê Xaneqîn yê Herêma Kurdistanê ye bi dengê 33 hezar û 343 kesî bû endamê perlemanê Brîtaniya.
Herweha Firyal Kilark ku xelka bakûrê Kurdistanê ye bi dengê 23 hezar 240 kesî bû endama perlemanê Berîtaniya .
4 kesên bi regez kurd xwe ji bo hilbjartinên perlemanê Brîtaniya hilbijartibûn , û ji her çaran du kes bûne endamê perleman .