PDK-Sê kongireke rojnamevanî li Hewlêra li dar dixe

PDK-Sê kongireke rojnamevanî li Hewlêra li dar dixe

PDK-S: Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê, kongireke rojnamevanî li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê li dar dixe.

Li gorî Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê ragihaniye ku îro Şemiyê 18ê Sibata 2023yan, li nivîsgeha Hewlêrê ya Rêxistinî kongirekê li dar dixe.

Mebest ji lidarxistinê ew e ku li ser hilmeta komkirin û danheva alîkariyên mirovî bo ziyandîtiyên erdhejê li bajarê Cindirêsê û herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê raweste.
Kongira Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya li Hewlêrê - Taxa Ronakî, çariya Zîra'e demjimêr 6ê êvarê bi rê ve diçe.