Li Tirbespiyê xebatkar û endamekî PDK-S di encama kirîzeke dil de jiyana xwe jidest da

Li Tirbespiyê xebatkar û endamekî PDK-S di encama kirîzeke dil de jiyana xwe jidest da

PDK-S: Li bajarokê Tirbespiyê di encama kirîzeke dil de xebatkarekî kurd û endamekî rêxistina Tirbespiyê ya Patiya Demokrata Kurdistan – Sûriya PDK-S, jiyana xwe jidest da .

Jêderne xwecehî taybet dane zanîn, ku roja Duşemê 16. 12. 2019, endamê encûmena şax ya PDK-Sê Nesredîn Ezîz ango Dilbrîn Ezîz weku li deverê tê naskrin di encama kirîzeke dil de jiyana xwe jidest da û koça dawî kir .

Jêderê herweha amajekir, ku xebatkar Nesredîn beriya kirîza dil wî bigre li gel hevalên xwe amadekariyên vejandina roja Aleya Kurdistanê dikir .

Nesredîn Ezîz yek ji xebatkarên kurd yên xwedî role di xizmeta rêbaza Barzaniyê nemir û doza kurdî li deverê herweha yek ji endamên herî kevin û sazîner yên koma Şanîdar ya filklorî li Tirbespiyê ye û cihê xwe weku berpirsê beşê sitran û mozîkê digirt û dengbêj bû.